Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Dema weşanê: Gelawêj 16, 2023, 4:31 Dîtin: 1957

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima!

✍Mecoyê Xano

 

Helbest jî weke hemû çêşîtên hunerê tê nirxandin û hin caran, aliyê rexneyê jî li xwe digire lê nayê dadwerîkirin .

Berî ku em behsa dadweriya helbestê bikin

Divê em bizanibin ka cewhera helbestê anku hevîrtirşê helbestê çi ye.

Baskê mezin ê helbestê xeyal e û ev xeyal bi rêya tehmê (çêj) di bergeha bedewî û huneriyê de xwe îfade dike.

 

Çend pirs:

Gelo sînor û yasaya helbestê hatiye destnîşankirin û teqezkirin?! Na 

Heya vê gavê ti kesekî nikarîbûye sînor û formeke avakirinê ya taybet, ku bikaribe di hemû helbestan de bixebite çêbike!

 

Gelo xeyalên hemû mirovan di astekê de ye yan hemû mirov bi qalîteyekî li tehm û çêje dinihêrin? Na

Lewra her kes li gor tecrûbeyên xwe û agahiyên xwe en wergirtî nêzîkî tehm û çêj û xeyalan dibe, 

Ez ji rengê kesk hez dikim 

Tu ji rengê pembeyî hez dikî

Û..

Her kes tehmê, di rengekî de dibîne.

 

Gelo bedewî di nêrînan de bi yek qalîteyê ye? Na lewra bedewî di her têgeh û nêrînê de di astên ciyawaz de xwe radixe ber çavan.

Ez Zelalê bedew dibînim

Tu Hêlînê bedew dibînim

Û..

Her kes bedewiyê di bûnewer û tiştekî de dibîne.

 

Û di bara dadweriyê de jî, divê berî her dadwerî kirinekê, çarçove û yasa ji bo wê dadweriyê bên destnîşankirin.

Gelo mirov dikare çarçove û yasayeke bingehîn di bara çiqas vergirtina tehm û çêj û xeyalê li helbestê de diyar bike?! Teqez na 

 

Îcar em vegerin kumê xwe li serê xwe daynin û pirsan lê bikin!!!

Ka çawa heyberek ku ne tê yasadar kirin û ne tê çarçove kirin û em vegerin bêjine wê heyberê ku tu li gor vê çarçoveya ku ez bixwe jî nas nakim têyî dadwerî kirin!

 

Di dawiyê de;

Helbest tê nirxandin anku başiyên wê ( kiryar û têgehên civakî a mixateb )tên nirx dayîn, biha û rûmet dayîn.

Û helbest tê rexne kirin anku nebaşiyên wê tên bold (gir) kirin. Lê ev yek dibe sebeba nerazîbûnan, li ser esasê felsefeya vîjdana dirust.

Yekane dadwerê helbestê dîrok, wext û çax e ku nîşan dide ka helbestê çiqasî xwe di dilê civakê de cih girtiye.

 

Gelo em ê helbestê bi kîjan yasa û sînorî, dadwerî bikin?!!!